Meclisa Amûdê spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir

Şendeyeke Meclisa Bajarê Amûdê serdana navenda Hêzên Ewlekariya Hundrîn a bajêr kir û ji bo keda wan a ewlekariya şahiyên Newrozê, spasiya wan kir.

Meclisa Amûdê spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
Meclisa Amûdê spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
Meclisa Amûdê spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
Meclisa Amûdê spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
Meclisa Amûdê spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
Meclisa Amûdê spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
Meclisa Amûdê spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
Meclisa Amûdê spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
26 adar, 2025   14:20
QAMIŞLO

Şandeya Meclisa Amûdê ji aliyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de ji rêveberên Meclisa Bajarê Amûdê Ebdulbeqî El Omerî li ser navê şêniyên bajarê Amûdê spasiyên xwe anîn ziman û got: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn di her şert û mercî de, dilsozên erkên xwe bûn. Li kêleka hêzên leşkerî hêza xwe nîşan dane û gelek şehîd ji bo parastina xaka welat û parastina gel dane.”

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mîtan Hisên jî spasiyên xwe ji ber vê helwestê anî ziman û got: "Em jî spasiya we dikin, ew ji bo me piştgiriyeke manewî ya mezin e û ji bo me cihê spasî û kêfxweşiyê ye.”

Di dawiya serdanê de şandeyê zirxek diyarî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

(k)

ANHA