Kongra Star cezayê dervekirinê yê li dijî Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî şermezar kir

Kongra Star cezayê darvekirinê yê li dijî Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî şermezar kir û bang li rêxistinên navneteweyî kir da ku cezayê darvekirinê rawestîne.

Kongra Star cezayê dervekirinê yê li dijî Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî şermezar kir
26 adar, 2025   13:43
KOBANÊ

Kongra Star a kantona Firatê têkildarî biryara cezayê darvekirinê yê li hember çalakvanên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî daxuyaniyek da. 

Daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê ji aliyê endama Kongra Star Meysûn Kawar ve hate xwandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Beriya çend rojan Dadgeha Bilind a Îranî biryarek da; biryara darvekirinê ya li hember her du çalakvanên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî, bi sûcdariya serhildana çekdarî li dijî dewletê û girêdana bi komên dijber ve. Her du çalakvanên Kurd rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî hatin. Her wiha serdanên malbatên wan jî qedexe kirin û destûr nedan ku ji wan re parêzerek bê girtin da ku wan biparêze.”

Her wiha hate gotin: "Wekî ku tê zanîn hevrê Pexşan wek çalakvaneke civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikir û piştgiriya keçikên ku ji DAIŞ`ê dihatin rizgarkirin, dikir. Werîşe jî wek çalakvanekê di berxwedana Kobanê de cihê xwe girtibû, li hember terora DAIŞ`ê berxwedaneke bêhempa dikir.”

Kongra Star di daxuyaniya xwe de cezayê darvekirinê şermezar kir û bang li hemû rêxistinên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û civata navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û cezayê darvekirinê betal bikin.

(sş/k)

ANHA