Ji bo piştgiriya jinên li perava Sûriyeyê kampanyaya îmzeyan

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan dê îşev di çarçoveya pêngava ji bo piştgiriya jinên li peravên Sûriyeyê de, dest bi komkirina îmzeyan bike. Li aliyeke din jî dê name bên şandin.

Ji bo piştgiriya jinên li perava Sûriyeyê kampanyaya îmzeyan
26 adar, 2025   15:01
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêngava bi dirûşma “Piştevaniya jinên sûriyeyî bingeha rawestandina komkujiyên li dijî jinên li peravê ye" de ku ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan di 24`ê Adarê de hatibû destpêkirin, dê îşev kampanyaya îmzeyan dest pê bike.

Awayê komkirina îmzeyan dê bi rêya şandina emaîlan ji bo sazî û rêxistinên jinan, kesayet, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê, be.

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Umer ji ajansa me re diyar kir ku ji bo piştgiriya jinên li perava Sûriyeyê yên ku rastî qirkirin, kiryaran û talakirinê tên, dixwazin hejmareke baş a îmzeyan kom bikin.

Emîne Umer destnîşan kir ku nameyên ku dê bi rêya wan daxwaza îmzeyê bikin, rewşa ku Sûriyeyê tê re derbas dibe, siyaseta qirkirinê ya li hemberî jinan û piçûkxistina jinan li Sûriyeyê jî bêne şîrovekirin.

Emîne Umer da zanîn ku piştî komkirina îmzeyan, ew ê wan ji aliyê peywendîdar re bişînin.

Kampanyaya îmzeyeyan dê di 29`ê Adarê de bi dawî bibe.

Her wiha ji bo danesîna rewşa heyî li Sûriyeyê û rewşa jinan, dê ji hêla komîteyên amadekar ên pêngavê ve name ji saziyên UN, Yekîtiya Ewropayê, Komîteya Jinan a Konseya Ewlehiyê de, Rêxistina Mafê Mirovan û dezgehên din ên têkildarî jinan re bişînin.

(sb/k)

ANHA