Ji bo parastina paqijbûna Reqayê hewldan didomin
Şaredariya Gel a Reqayê ji bo pêşxistina rewşa giştî ya paqijiyê û xelaskirina wî ji diyardeyên kombûna çopê li kolan û taxên bajêr di nava kar û xebatê de ye.
Di çend mehên borî de li bajarê Reqayê pêşketineke berbiçav di beşa paqijiya giştî de heye, êdî kolan û tax ji diyardeyên komkirina çopê li ser peyarêyan, goşeyên kolanên şaxî û nêzî sendoqên çopê tune ne.
Ev pêşketina di vê beşê de di encama zêdekirina hejmara karkerên paqijiyê, pêkanîna însiyatîfên berdewam ên gel û xistina vê beşê li nava pergala fînansekirinê de pêk tê.
Rêveberê Nivîsgeha Paqijiyê di Şaredariya Gel a Reqayê de Ehmed El Xelîf ji ajansa me re li ser rewşa paqijiya li bajêr axivî û got: "Guhartinên li bajêr çêbûne, ji ber kedên şaredariyê, zêdekirina karkeran, alav û destpêkirina însiyatîfên paqijiyê ne."
El Xelîl diyar kir ku îsal 100 karkerên paqijiyê hatine zêdekirin, bi wê re hejmara giştî ya karkeran bû 294, ji wê zêdetir bi rêya komele û şîrketên herêmê yên paqijiyê hin karkerên din bi demên diyar hatin zêdekirin û hejmara wan jî 100 karker û 7 alav bûn.
Der barê kêmasiya di paqijbûna bajêr de derketiye de El Xelîl wiha pê de çû: "Rola mezin a vê kêmasiyê ya şêniyan bû. Ji ber ku ew bi dem û cihên avêtina çopê pabend nebûn."
El Xelîl bang li şêniyan kir ku bi dem û cihên avêtina çopê yên diyarkirî pabend bin da ku paqijiya bajêr were parastin û bar li ser karkeran were sivikkirin.
Hejmara însiyatîfên ku Şaredariya Gel a Reqayê bi hevkariya sazî, meclis û komînan re îsal dabû destpêkirin 7 e.
(fr)
ANHA