Mazot kêm e, bihayê wê jî zêde dibe

Ji ber kêmbûn û nebûna mazota xizmetguzariyê ku ji hêla Rêveberiya Sotemeniyê ya Cizîrê ve dihate dayîn, li aliyeke din bihakirina bihayê nirxê mazotê ji hêla hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve, çend roj in li bajarê Qamişlo di meseleya veguhestinê û jeneratoran de alozî derdikeve.

Mazot kêm e, bihayê wê jî zêde dibe
21 hezîran, 2026   14:09
QAMIŞLO

Ji bo çareserkirina mijara mazotê li herêmê di 15`ê Hezîranê (2026) Rêveberiya Sotemeniyê ya Cizîrê, ji bo nirxê mazotê civînek lidarxistibûn, di civînê de nirxê mazotê yê hur (azad) ji 55 sentan bû 75 sent. Di civînê de tenê nîqaş li ser nirxê mazotê hatine kirin. 

Bi vî awayî li herêmên di kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de bihayê mazotê 88 sent in.

Ji ber ku çend roj in mazot ji hêla Rêveberiya Sotemeniyê ya Cizîrê re ve ji bo xwediyê jeneratoran û seyareyên veguhestina nava bajaran wekî berê bi bihayeke kêm nayê dayîn (125 lîreyên Sûrî), hinek jeneratorên ku kehrebeyê didin bajar hatine rawestîn, xwediyê seyareyên veguhestinê jî bihayê kiriyê buha kirine.

Di nava bajarê Qamişlo de xwediyê her jeneratorekî bi awayeke ji yên din cudatir çareserî danîne, hinek ji wan bi temamî kehrebe qutkirine û jeneratorên xwe vênaxin, hinek sîstema çend saetan danîne û hinên din jî ji bo ku bikaribin mazotê bikirin (mazota hur) ji malbatan pereyên zêde dixwazin.

Xwediyê seyareyên veguhestinê yên hinek bajaran ji ber mazota xwe ya vê mehê bi bihayê berê girtine, wekî kiriya berê tevdigerin. Lê yên ku mazota wan hîn nehatiye ji mazota derveyî ya xizmetguzarî dadigirin û her yek li gorî xwe biha kiriyê datîne. Ji ber vê yekê çûn û hatina xelkê jî kêm dibe.

EV REWŞÊN NAVBORÎ JI HEFTEYA DERBASBÛYÎ VE DIDOMIN.

Di 18`ê Hezîranê de rêveberiya Satkopa bajarê Qamişlo ji me re diyarkiribû ku ew 3 roj in ji ber xebatên entegrasyonê mazot kêm ji wan re tê. Dê di nava 2-3 rojan de ev kêmasî bi dawî bibin.

Lê heta niha ti guhertin çênebûye û agahiyên cudatir derneketine holê.

Îro (21 Hezîranê) danê nîvroyê şêniyên bajarê Qamişlo ji ber bihabûna nirxê mazotê û kêmbûna wê li kolanan çalakiyên protestorkirinê lidarxistin.

(sb/ha)

ANHA