Karkerên paqijiyê li gundewarê Reqayê doza mûçeyên xwe kirin

Karkerên paqijiyê li bajarokê Mensûra, li gundewarê Reqayê, xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza dayîna mûçeyên xwe yên derengmayî û mafên xwe yên darayî kirin.

21 hezîran, 2026   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li bajarokê Mensûra li gundewarê Reqayê xwepêşandanek ji hêla Karkerên paqijiyê ve hate lidarxistin. karmendan daxwaza dayîna mûçeyên xwe yên derengmayî û mafên xwe yên darayî kirin.

Di xwepêşandanê de, ku li ber nanpêjxaneyên El Resafa hate lidarxistin, xwepêşanderan bang li rayedarên têkildar kirin ku lez bidin dayîna mûçeyên ku 5 meh û 18 roj in nehatine dayin.

Karkeran her wiha daxwaza sererastikirn a rewşa karê xwe û entegrekirina wan di nav saziyên fermî de kirin.

(k)