KNK ji bo statuya Kurdan amadekariya pêngavê dike

KNK di çarçoveya biryara NY`ê de ji bo Gelê Kurd wek gelekî bê nasîn û statuya endamê çavdêr bigire amadekariya pêngavê dike.

KNK ji bo statuya Kurdan amadekariya pêngavê dike
21 hezîran, 2026   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 6-7’ê Hezîranê li bajarê Venlo yê Hollandayê Civîna Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê konferansa xwe ya 24’emîn li dar xist. Di konferansê de ji bo dahatûya gelê Kurd û yekîtiya neteweyî gelek biryar hatin girtin. 

Yek ji wan biryaran jî we bû ku gelê Kurd wekî gel bê naskirin û statûya endamê çavdêr di Neteweyên Yekbûyî werbigire. Di vê çarçoveyê de çavkaniyên ji nava KNKê ji ajansa me re ragihandin ku ji bo pêkanîna vê biryarê pêk were û bidestxistina encamê, amadekariyên pêngavekî tê kirin.

Çavkaniyên KNKê da zanîn ku niha li ser pêngavê nîqaş tê kirin, demek nêz de wê encama nîqaşên xwe wekî plansaziyekê ji raya giştî ya Kurt û cîhanê re ragîhînin.

Encamnameya Civata Giştî ya 24'emîn a KNK'ê hate eşkerekirin - ANHA

(cd/ha)