Hiqûqnas û siyasetmedaran der barê siberoja Sûriyeyê de panelek li dar xist

Hiqûqnas û siyasetmedaran di panelekê de banga ji nû ve birêxistinkirina jiyana siyasî, mîsogerkirina mafên çandî, siyasî û civakî yên tevahî pêkhateyan kirin.

Hiqûqnas û siyasetmedaran der barê siberoja Sûriyeyê de panelek li dar xist
Hiqûqnas û siyasetmedaran der barê siberoja Sûriyeyê de panelek li dar xist
Hiqûqnas û siyasetmedaran der barê siberoja Sûriyeyê de panelek li dar xist
Hiqûqnas û siyasetmedaran der barê siberoja Sûriyeyê de panelek li dar xist
Hiqûqnas û siyasetmedaran der barê siberoja Sûriyeyê de panelek li dar xist
Hiqûqnas û siyasetmedaran der barê siberoja Sûriyeyê de panelek li dar xist
Hiqûqnas û siyasetmedaran der barê siberoja Sûriyeyê de panelek li dar xist
19 îlon, 2026   17:07
HESEKÊ

Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya El Weten El Sûrî bi armanca nirxandina rewşa siyasî, civakî, aborî û rêbazên xurtkirina diyalogan û aktîfkirina saziyên dewletê panelek li dar xist. Panel li avahiya partiyê ya bajarê Hesekê bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî, kesayetên serbixwe û hiqûqnasan pêk hat.

Axaftina destpêkê ji aliyê endama Meclisa Navendî ya Partiya El Weten Şeyma El Xelef ve hat kirin. Şeyma El Xelef rojevên panelê vegot û da zanîn ku rewşa Sûriyeyê berî ketina rejîma Baasê û piştî wê, hesasiyeta qonaxa veguhêz, ji bo siberojeke guncaw xebatên ku divê werin kirin, rojevên sereke yên panelê ne.

Beşdaran nêrînên xwe der barê rojevan de anîn ziman. Hate gotin, divê proseya avakirina saziyên dewletê û demokratîkkirina Sûriyeyê were lezandin, ji bo çareserkirina pirsgirkêkan diyalog were xurtkirin. Her wiha rewşa herêmê û şeran û bandora wan li ser Sûriyeyê hatin nirxandin.

Beşdaran bal kişandin ser rewşa aborî ya welat, zêdebûna bêkariyê û xizaniyê kirin. Hate diyarkirin ku divê hikumeta veguhêz rewşa aborî ya xirab li ber çavan bigire.

Panel bi van encaman bi dawî bû:

Li dijî zimanê nefret û kîndariyê divê qanûn werin derxistin. Divê kesên ku nefretê pêş dixin li pêşberî gel û qanûnê werin cezakirin.

Divê nasnameya sûriyeyî ya giştî di ser her tiştî re were girtin û ji bo pêşxistina wê xebat were meşandin.

Ji bo xebata ji nû ve avakirina binesaziyê û têkiliyên giştî xebat were meşandin.

Zimanê lêborîn, diyalog û hişyarkirina civakê divê werin pêşxistin.

Sûriye ya tevahî pêkhate, etnîk û neteweyên wê ye.

Divê qanûna partiyan û qanûna hilbijartinê werin aktîfkirin.

Divê beşdariya girse di nîqaşên destûrê de were xurtkirin.

Ji bo ji nû ve avakirina jiyana siyasî li Sûriyeya nû û parastina mafên çandî, siyasî û civakî yên tevahî pêkhateyan xebat were kirin.

(bb)