Mazlûm Ebdî li Başûrê Kurdistanê ye

Li gorî Ronahî TV wê Fermandarê Giștî yê QSD Mezlûm Ebdî li Hewlêrê bi Tom Barrack re bicive.

Mazlûm Ebdî li Başûrê Kurdistanê ye
16 hezîran, 2026   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ronahî TV wê îro Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî, li Hewlêrê bi Tom Barrack û Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mazlûm Ebdî li herêma Başûrê Kurdistanê ye.

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin wê fermandar Mazlûm Ebdî bi nûnerê Serokê Amerîkayê yê li Sûriyeyê, Tom Barak û Serokê herêma Kurdistanê Nêcîrvan Barzanî re bicive.

Beriya niha jî Ebdî li gel Nîcîrvan Berzanî û Mesrûr Berzanî civiyabû û gelek mijarên li herêmê bi taybet yên Rojavayê Kurdistanê nîqaş kirin.

Tê pişbinîkirin ku di civîna Ebdî û Barrack de wê mijara Sûriyê û peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD’ê û hikumeta demkî ya Sûriyê de bê nîqaşkirin.

(he)