Aktorê sûriyeyî Ûsama Seyîd Yûsif wefat kir

Aktorê sûriyeyî Ûsama Seyîd Yûsif piştî rêwîtiyeke dem dirêj a di qada şano û dramayê de di temenê xwe yê 65 salî wefat kir.

Aktorê sûriyeyî Ûsama Seyîd Yûsif wefat kir
16 hezîran, 2026   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Aktorê sûriyeyî Ûsama Seyîd Yûsif piştî rêwîtiyeke ya di qada şano û dramayê de, îro (Sêşem 16 Hezîran 2026) di temenê xwe yê 65 salî wefat kir.

Sandîqeya Hunermendên Sûriyeyî bi daxuyaniyek wefata Ûsama Seyîd Yûsif ragihand û bal kişand ser rola wî di tevgera şano û daramaya Sûriyeyê de.

Ûsama Seyîd Yûsif li bajarê Idlibê ji dayik bû. Sala 1982‘an ji Peymangeha Bilind a Hunerên Şanogeriyê derçû. Di gelek şano û rêzefîmên bi mijarên dîrokî, civakî û mijarên cudatir de rol list. Di navbera salên 2003-2016‘an de wekî Rêveberê Şanoya Neteweyî li Helebê xebitî û gelek mîhrîcanên şanoyê bi rêve bir.

Ûsama Seyîd Yûsif heya salên dawîn xebata xwe ya hunerî dewam kir. Ji rêzefîmênên wî yên nûjen "Tac" bû ku di salên 2025-2026‘an de hate weşandin.

(bb)

ANHA