Mazlûm Ebdî: Em ê ji bo mîsogerkirina mafên Kurdan di destûrê de tê bikoşin

Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew ê ji bo mîsogerkirina mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de tê bikoşin û got, entegrasyona leşkerî û îdarî berdewam e, divê bawerî û yekitiya Kurdan jî were xurtkirin.

Mazlûm Ebdî: Em ê ji bo mîsogerkirina mafên Kurdan di destûrê de tê bikoşin
13 cotmeh, 2026   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî diyar kir ku pêdiviya pêvajoya bê bi têkoşîneke destûrî heye ku mafên Kurdan werin mîsogerkirina û naverokên peymanên bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re hatine îmzekirin bikevin destûrê.

Mazlûm Ebdî di Foruma MERI ya 2026’an a li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê de axivî. Mazlûm Ebdî diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê, Sûriye ketiye qonaxeke nû, her wiha bal kişand ser pêwîstiya hewldanên hevbeş ên ji bo avakirina pergaleke nû ya rêveberiyê ku beşdariya pêkhateyên cihêreng ên civakê mîsoger bike.

Ebdî got: “Pêvajoya entegrasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Artêşa Sûriyeyê de, ligel entegrasyona saziyên rêveber ên li Hesekê ji 9 mehan ve berdewam e. Ruxmî hebûna îradeyeke ji dewleta Sûriyeyê û piştgiriya navneteweyî ya berdewama entegrasyonê rûbirûyî astengiyan e.”

Di dewama axaftinê de Ebdî destnîşan kir ku rêkeftina bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re taybetmendiyeke ji bo herêmên Kurdî li Hesekê û Helebê weke Cizîr, Kobanê û Efrîn wergirt, her wiha bal kişand ser entegerekirina şervanên QSD’ê di Artêşa Sûriyeyê, saziyên ewlehî û saziyên dewletê de.

Têkildarî mafên zimanî û perwerdehiyê, Mazlûm Ebdî îşaret bi berdewama dan û standin ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî li Efrîn û Kobanê kir û got di dosyaya ziman de pêşketin çêbûne, di heman demê de li ser hebûna minhacên perwerdehiyê yên bi zimanê Kurdî û Erebî û berdewama hînbûna bi zimanê Kurdî di zanîngehên Kurdî de heta 5 salên bê axivî.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku hewcedariya avakirina baweriyê di navbera Kurdan û hikumeta verguhêz a Sûriyeyê de bi gavên pratîkî heye û got nûnertiya Kurdan di wezaret û dosyaya ziman de hîna bêyî asta tê xwestin maye û Kurd di qonaxên berê ji dîroka Sûriyeyê hatin paşguhkirin û dûrxistin û nîşaneyên baweriyê piştî hilweşîna rejîma berê derketin holê.

Der barê rewşa siyasî ya Kurdan de Mazlûm Ebdî bang xurtkirina yekitiya hêzên Kurdî li Sûriyeyê kir û anî ziman ku divê destkeftiyên heyî ji bo tevahî Kurdan û Sûriyeyiyan bi sûd bin.

Ebdî di dawiyê de got dê gavên nû ji bo piştgiriya yekitiya neteweyî ya Kurdan li Rojava werin avêtin.

(f)