Li Helebê di navbera du malbatan de pevçûn

Li taxa Benî Zeyd a Helebê di encama şerê di navbera du malbatan de kesek hat kuştin û hin kes birîndar bûn.

Li Helebê di navbera du malbatan de pevçûn
13 cotmeh, 2026   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li taxa Benî Zeyd a Helebê di navbera du malbatan de şer derket. Di şer de çek hatin bikaranîn. Di encamê de kesek hat kuştin û hin kes birîndar bûn.

Hate zanîn ku malbatên bi hev ketine ji bajarokê Minx ê gundewarê Helebê ne. Şer tirs di nava şêniyan de çêkir û tirs heye ku berfireh bike.

Li gorî SOH‘ê, ji destpêka 2026‘an ve 138 pevçûnên malbatî û eşîrtî çênebûne, di encamê de 119 kes hatin kuştin û 242 kes birîndar bûne.

(bb)