Mamoste û xwendekar: Zimanê me hebûna me ye

Li Dêrik û Çilaxayê mamoste û xwendekaran diyar kir ku mafê wan heye zimanê kurdî di destûrê Sûriyeyê de bi fermî were naskirin.

Mamoste û xwendekar: Zimanê me hebûna me ye
22 gulan, 2026   02:35
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ-BESNA ŞEMO

Têkoşîna gelê Kurd a ku zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de bibe zimanekî fermi, didome. Li bajarê Dêrikê mamoste û xwendekaran got doza ziman ji bo gelê Kurd doza hebûnê ye.

Mamoste Şîmal Xelîl got: “Me sîstema perwerdeya bi zimanê dayîkê ava kir û bi salan ew sîstem şopand. Divê zimanê me yê dayîkê di destûrê Sûrî de fermî were naskirin. Em hebûna xwe di zimanê xwe de dibînin û qebûl nakin ku careke dîtir zimanê me were paşguhkirin. Bila navên gund û bajarên me neguherînin. Bi guhertina navan re nasnameya me ya çandî û dîrokî winda dibe. Navên herêmên me bi çand û dîroka me ve girêdayî ne, em qebûlnakin ku biguherînin. Heyanî ku em bigihêjin mafên xwe em ê xwepêşandan û çalakiyên xwe bidomînin.”

Beşar Mihemed jî got: “Li dewleta Sûriyeyê gelek netewe û pêkhate hene, nabe ku tenê zimanek lê hebe, heke yek ziman li ser xwendekaran ferz bikin û zimanê wan ê dayikê qedexe bikin, dê ev yek li dijî rêgezên edalet û demokrasiyê be. Bi ked û bedelên mezin em gihaştin asta ku li Zanîngeha Rojava bi zimanê kurdî perwerdeyê bidin. Doza ziman ji bo me doza hebûnê ye.”

Êrîvan Hîşam diyar kir ku ew polîtîkaya ferzkirina zimanê erebî qebûl nakin û wiha pê de çû: “Li gorî qanûnên navneteweyî mafê me heye ku em bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin. Paşguhkirina sîstema perwerdeyê ya bi zimanê kurdî tê wateya ku mafên xwendekarên Kurd binpê dikin.”

Mîtra Yûsiv jî got: “Xwendekarên Kurd bi zimanê xwe xwend. Zimanê kurdî nasname û hebûna gelê Kurd e. Yên qebûl nakin ku gelê Kurd bi zimanê xwe bixwînin, hebûna gelê Kurd jî qebûl nakin. Em zimanê xwe li ser pêkhateyên dîtir ferz nakin. Bila mafên me yên neteweyî û çandî bidin me.”

Axîn Abdulezîz Mihemed got: “Zimanê Kurdî nûnertiya nasname û hebûna gelê Kurd dike. Em bang li gelê Kurd dikin ku tê bikoşin da ku bigihêjin mafê xwe yê zimanê dayikê û bi zimanê xwe bixwînin.”

Diyala Elî jî got: “Sîstema Baasê zimanê kurdî qedexe kiribû û destûr neda ku em bi zimanê xwe bixwînin. Bi şoreşa Rojava re me gelek bedel dan heyanî ku em gihaştin mafê xwe. Di vê pêvajoyê de pêwîst e em tê bikoşin heyanî ku zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de bibe zimanekî fermî. Mafê hemû neteweyan heye ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Biryarnameya 13’an dibe ku gaveke girîng bû lê têrê nake. Pêwîst e zimanê kurdî di destûrê de fermî were naskirin û mîna zimanê erebî li saziyên fermî û perwerdeyê were bikaranîn.”

(np)

ANHA

Dêrik:

Çilaxayê: