Li Cizîrê ji bo amadekariyên mewsima Çinînê nuqteyên awarte hatin destnîşankirin

Yekitiya Şaredariyan a Cizîrê ji bo gotûbêjkirina amadekariyên taybet bi mewsima çînê û avakirina komîteyên awarte yên parastina zeviyan ji şewatan civîne li Qamişloyê organîze kir.

Li Cizîrê ji bo amadekariyên mewsima Çinînê nuqteyên awarte hatin destnîşankirin
Li Cizîrê ji bo amadekariyên mewsima Çinînê nuqteyên awarte hatin destnîşankirin
Li Cizîrê ji bo amadekariyên mewsima Çinînê nuqteyên awarte hatin destnîşankirin
Li Cizîrê ji bo amadekariyên mewsima Çinînê nuqteyên awarte hatin destnîşankirin
Li Cizîrê ji bo amadekariyên mewsima Çinînê nuqteyên awarte hatin destnîşankirin
Li Cizîrê ji bo amadekariyên mewsima Çinînê nuqteyên awarte hatin destnîşankirin
21 gulan, 2026   16:51
QAMIŞLO

Yekitiya Şaredariyan a Cizîrê di civînekê li avahiya Şaredariya Gel a Qamişloyê de plana awarte ya taybet bi mewsima çandiniyê û tedbîrên sînordarkirina şewatan û bersivdana lez a rewşên awarte nîqaş kir.

Di civînê de nûnerên ji şaredariyên bajarên Cizîrê, focên agirkujiyê, Yekitiya Cotkaran, Meclisa Bajarê Qamişlo amade bûn, rewşa bajaran û amadekariyên wan ên ji bo şewatan di mewsima çandiniyê de hat nîqaşkirin.

Her wiha di civînê de zehmetiyên hin bajar dikişînin weke kêmbûna alavên agirkujiyê, mekanîzmayên hevkariyê di navbera aliyên eleqedar de ji bo lezdana vemirandina şewatan û hevkariya bi hikumeta demkî re li herêmên Til Birak, Til Hemîs û Til Koçerê hatin gotûbêjkirin.

Nûnerên meclis û Yekitiya Cotkaran gavên dê di demên pêş de werin avêtin, weke xebatên hişyarkirina şênî û cotkaran, belavkirina biroşorên rênîşandanê û têkildanîna bi komîteyên awarte re di çêbûna bûyeran de, pêşkêş kirin.

Beşdaran bal kişand ser girîngiya rola şênî û cotkaran di parastina berhemê de bi rêya neavêtina dûvikên çixareyan û hwd.

Di civînê de nexşerêya belavbûna komîte û nuqteyên awarte li gorî deverên erdnîgarî yên her bajarekî hatin destnîşankirin. Nuqteyên bajarên Amûdê, Qamişlo, Dêrik, Tirbespiyê, Girkê Legê û Rimêlan girêdayî Qamişloyê ne, nuqteyên bajarên Dirbêsiyê, Hesekê, Til Temir û Zirgan girêdayî Hesekê ne.

Beşdaran anî ziman ku nexşerêya belavbûna nuqteyan dibe ku li gorî rewşên awarte di mewsima çinînê de were guhartin.

Nuqteyên li Qamişlo û hejmarên têkildanîna bi wan re:

Foca Agirkujiyê-Qamişlo; nuqteya sabit- 0992902283_ 0937427753

Nuqteya Hîmo; nuqteya awarte- 0981151291

Nuqteya agirkujiyê-Girbawiyê; nuqteya awarte- 0996947951

Nuqteya agirkujiyê-Şorik; nuqteya awarte; 0991755723

Nuqteya agirkujiyê-Hilwa; nuqteya awarte; 0935198297

Nuqteya agirkujiyê-Xezne; nuqteya awarte; 0930483246

Nuqteyên awarte-Tirbespiyê;

Nuqteya agirkujiyê-benzînxaneya Şabo; nuqteya awarte-0932401847

Nuqteya agirkujiyê-Til Marûf; nuqteya sabit; 0934031078

Nuqteya agirkujiyê-çatrêya Mizgeft; nuqteya awarte; 0938702304

Nuqteya agirkujiyê-Maşûq; nuqteya sabit; 0997191453

Nuqteyên awarte -Amûdê;

Nuqteya agirkujiyê-Amûdê; nuqteya sabit; 0998249951

Nuqteya agirkujiyê-Sunciq Sadûn; nuqteya awarte; 0993499635

Nuqteya agirkujiyê-Çaxir Bazar; nuqteya awarte; 0993499635

Nuqteyên awaret-Çilaxa:

Nuqteya agirkujiyê-Çilaxa; nuqteya sabit; 0932643949

Nuqteya agirkujiyê-Kêşke; nuqteya awarte; 0937944899

Nuqteya agirkujiyê-Girkê Legê; nuqteya sabit; 0937577554

Nuqteyên awarte -Dêrik:

Nuqteya agirkujiyê-Dêrik; nuqteya sabit; 0932471374

Nuqteya agirkujiyê-Eyn Dîwar; nuqteya awarte; 0932496501

Nuqteya Zihêriyê; nuqteya awarte; 0980364311

Nuqteya agirkujiyê-Til Koçer; nuqteya sabit; 0933940617

Nuqteya agirkujiyê-Til Hemîs; nuqteya sabit; 0994255846

(fr)

ANHA