Malbatên şehîdan: Kesên hatine tayînkirin nûnertiya me nakin

Meclisên malbatên şehîdan ên Dirbêsiyê, Qamişlo û Çilaxayê diyar kir ku ew kesên ku ji bo endamtiya Meclisa Gel a Sûriyeyê hatine tayînkirin qebûl nakin û ew nûnertiya gelê Kurd nakin.

Malbatên şehîdan: Kesên hatine tayînkirin nûnertiya me nakin
26 gulan, 2026   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisên malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê li hember tayînkirina endamên Meclisa Gel a Sûriyeyê yên parêzgeha Hesekê nerazîbûna xwe anî ziman û got ew kesên hatine tayînkirin, nûnertiya wan nakin. 

DIRBÊSIYÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan hat dayîn û ji aliyê endama meclisê Ceylan Hemû ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em tayînkirina endamên Meclisa Gel a Sûriyeyê qebûl nakin. Ev yek îradeya pêkhateyên herêmê îfade nake û têkiliya xwe bi berjewendiyên gel re nîne. Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji rastiya gelê Sûryeyê dûr e. Nûnerên gelê Kurd di vî meclisî de nînin. Kesayetên ku weke endamên Meclisa Gel a Sûriyeyê hatine tayînkirin nûnertiya gelê Kurd nakin. Eger di destûrê Sûriyeyê de mafên gelê Kurd neyê misogerkirin, wê demê di Meclisê de nûnerên me nînin. Bila hebûn, maf û rûmeta gelê Kurd nas bikin. Dengê gel dengê berxwedanî û avakirine ye. Yên nûnertiya gelê Kurd dikin ew bi xwîna şehîdan re dilsozin."

QAMIŞLO

Li Qamişloyê Meclisa Malbatên Şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan daxuyanî da. Daxuyanî bi kurdî û erebî hate dayîn û ji aliyê Zozan Sarîk û Şîrzad Remo ve hate xwendin.

Li Çilaxayê jî Meclisa Malbatên Şehîdan li navenda xwe daxuyanî da. Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî hat dayîn û ji aliyê Ahîn Şiwêş û hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Macid Mûsa ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji bo azadî, rûmeta gelê me û parastina deskeftiyên şoreşê bi hezaran şehîdan canê xwe feda kirin. Em tayînkirina endamên Meclisa Gel a Sûriyeyê yên parêzgeha Hesekê ku jêre dibêjin hilbijartin şermezar dikin û qebûl nakin. Em weke Meclisa Malbatên Şehîdan ên herêma Cizîrê ji bo şehîdan berpirsyartiyeke dîrokî û exlaqî ji me tê xwestin û em wiha dibêjin.

Em van hilbijartinan bi temamî red dikin û encamên wê qebûl nakin. Ev hilbijartin îradeya pêkhateyên herêmê îfade nakin. Em van hilbijartinan berdewamiya polîtîkayên ku xizmeta me gelê me nakin, dibînin. Hikûmeta demkî hîna bi zîhniyeta sîstema Baas nêzî me dibe û pêkhateyan paşguh dike. Di vê tayînkirine de nûnerên gelê Kurd nînin. Kesayetên ku hatine tayînkirin nûnertiya gelê Kurd nakin. Ev kesayet ji rastiya Rojava dûrin û têkiliya wan bi têkoşîn û fedakariyên gelê Kurd re nîne.

Ev kesayet nikarin nûnertiya gelê Kurd li Meclisa Gel a Sûriyeyê bikin û eger em qebûlbikin tê wateya em îxanetê li xwîna Şehîdan dikin.

Wek gelê Kurd pêdiviya me pê heye ku em fermî di destûra Sûriyeyê de werin naskirin û em bigihêjin mafên xwe.

Em îro di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Ji me tê xwestin ku em yekitiya xwe çêbikin û ji berjewendiyên teng dûrbikevin. Me soz da ye şehîdên xwe ku têkoşîna xwe ya ji bo azadî û edaletê bidomînin. Dengê me dengê berxwedanê ye û yên ku êşên me hîs dikin û xwîna şehîdan diparêzin dikarin nûnertiya me bikin."

(np)

ANHA