‘Endamên parlamentoyê nûnertiya jinan û gel nakin‘

Endama Koordînasyona Kongra Star Gulîstan Gulo anî ziman ku diyarkirina endamên parlamentoyê dîsa bi hişmendiyek yekalî û navendî esas digire û wiha got: “Şeklê diyarkirinê nûnertiya jinan û gelê herêmê nake..

‘Endamên parlamentoyê nûnertiya jinan û gel nakin‘
26 gulan, 2026   12:50
QAMIŞLO

Bertekên dijî diyarkirina endamên parlamentoyê (Meclisa Gel) zêde dibin. 

Endama Koordînasyona Kongra Star Gulîstan Gulo diyar kir ku diyarkirin bi şêweyekî navendî tê pêkanîn û wiha got: “Mixanbin careke din bi hişmendiyek yekalî tê esasgirtin. Piraniya gelên herêmê cihê xwe di hilbijartinên parlamentoyê ku ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye çêkirin, nagire.”

Gulîstan Gulo bal kişand ser têkoşîna jinan a li Rojavayê Kurdistanê û wiha axivî: “Îro sazî û rêxistinên jinan jî têne paşguhkirin. Kotaya jin nayê esasgirtin. Her wiha rêya ji bo gelê herêmê jî hatiye diyarkirin kêm e û nûnertiya wan nake.”

Gulîstan Gulo bal kişand ser nêzîkatiya hinek partiyên Kurd ku bi hikumeta demkî re li hev kirine û beşdarî diyarkirina endaman bûne û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ew partî tenê nûnertiya xwe dikin, nûnertiya tevahiya Kurdan nakin.”

(jd-bî)

ANHA