Malbatek ji bo berdana kurê xwe yê revandî milkên xwe difiroşe

Malbata Jozef Mîlad Zeyno yê ji Adarê ve hatiye revandin, ji bo fidyeya berdana kurê xwe bide, mal û milkên xwe difroşe.

Malbatek ji bo berdana kurê xwe yê revandî milkên xwe difiroşe
26 gulan, 2026   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanê bi navê Jozef Mîlad Zeyno di 13‘ê Adara îsal de li Şamê hat revandin.

Li gorî SOHR‘ê, kesên Jozef Zeyno revandiye dîmen ji malbata wî reşandine ku îşkenceyê lê dikin û beramberî berdana wî jî 800 hezar dolar wek fidye dixwazin.

Malbatê ji bo berdana kurê xwe mal û milkên xwe daye ber firotinê.

Tê gotin ku Jozef Zeyno astengdar e. Fikarên malbatê hene ku rewşa wî ya tenduristiyê girantir bibe.

(bb)