Malbatên şehîdan doza serbestberdana dîlgirtiyan kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê banga serbestberdana şervanên QSD‘ê yên dîlgirtî kirin. Her wiha bang li hêzên navneteweyî û koalîsyona navneteweyî kir ku berpirsiyariyên xwe pêk bînin û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bixebitin.

Malbatên şehîdan doza serbestberdana dîlgirtiyan kir
12 tîrmeh, 2026   13:07
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanî îro bi daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê bi amadebûna xizmên dîlgirtiyan û malbatên şehîdan hate dayîn. Di kombûnê de pankarta "Em şehîd, dîlgirtî û windahiyên xwe dixwazin" hat vekirin.

Daxuyanî ji aliyê endama meclisê Aytan Şêx Bekir ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Tevî ku rayedarên li Şamê û koma serokkomariyê ya şopandina pêvajoya entegrasyonê dibêjin ev pirsgirêk pêşîniyek sereke ye, lê tişta em li ser erdê dibînin bi tevahî cûda ye. Ev jî nîşan dide ku ew bi vê pirsgirêkê re wekî fikarek mirovî û neteweyî mijûl nabin, lê belê wekî taktîkek zexta siyasî tê bikar anîn."

Meclisê destnîşan kir ku berdewamiya vê rêbazê "êşa girtiyan û malbatên wan zêde dike û peyamên neyînî dide civaka herêmê."

Meclisa di daxuyaniya xwe de her wiha bang li civaka navneteweyî, bi taybetî jî koalîsyona navneteweyî kir ku, " berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û mirovî yên di derbarê vê pirsgirêkê de bi cih bînin û ji bo çareserkirina wê zextê bikin."

Meclisê diyar kir  ku "girtiyên QSD`ê di şerê li dijî terorê de hevkarên bingehîn bûn û di parastina ewlehî û aramiyê de, ne tenê li Sûriyeyê, lê li ser asta herêmê û cîhanê jî qurbaniyên mezin dan."

Meclisa di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, hem li hundir û hem jî li derveyî Sûriyeyê kir ku "bibin yek û li kêleka malbatên şehîd û girtiyan bisekinin, da ku dengê xwe di hemû qadan de bilind bikin."

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên "Em dîlgiriyên xwe dixwazin" hatin berzkirin.

(k)

ANHA