Bi belavkirina şitlên daran şehîd Rojeng Cûdî bi bîr anîn

Şehîd Rojeng Cûdî di salvegera şehadeta xwe de bi belavkirina şitlên darên xemilandinê hat bibîranîn.

Bi belavkirina şitlên daran şehîd Rojeng Cûdî bi bîr anîn
Bi belavkirina şitlên daran şehîd Rojeng Cûdî bi bîr anîn
Bi belavkirina şitlên daran şehîd Rojeng Cûdî bi bîr anîn
Bi belavkirina şitlên daran şehîd Rojeng Cûdî bi bîr anîn
Bi belavkirina şitlên daran şehîd Rojeng Cûdî bi bîr anîn
Bi belavkirina şitlên daran şehîd Rojeng Cûdî bi bîr anîn
Bi belavkirina şitlên daran şehîd Rojeng Cûdî bi bîr anîn
Bi belavkirina şitlên daran şehîd Rojeng Cûdî bi bîr anîn
12 tîrmeh, 2026   12:30
KOBANÊ

Ji bo bîranîna şehîd Rojeng Cûdî ya ku bi hezkirina daran dihat nasîn, Desteya Jîngehê ya Kobanê bi hemahengiya Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan şitlên darên xemilandinê li malbata şehîd Rojeng û şêniyên taxa Kaniya Kurda belav kirin.

Berpirsên vê çalakiyê diyar kir in ku belavkirina şitlan sembola girêdana di navbera fedakariyên şehîdan û berdewamiya jiyanê de ye. Her wiha destnîşan kirin ku armanca wan ew e ku çanda parastina jîngehê di nava gel de were xurtkirin û bîranîna Şehîd Rojenk jî di her mala ku ziyaret kiriye were zindîkirin.

Rojeng Cûdî bi navê xwe yê rast Rojeng Herc Keriho di sala 2016‘an de tev li refên Tevgera Azadiyê bû. Bi salan jî di Meclisa Malbatên Şehîdan de kar kir. Di 12‘ê Tîrmeha 2029‘an de li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bû.

(bb)

ANHA