Malbatên Şehîdan 32 şehîdên mehên Gulan û Hezîranê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê ji bo 32 şehîdên di mehên Gulan û Hezîranê û salên cuda de şehîd bûbûn merasîma bîranînê li dar xist.

28 hezîran, 2025   16:49
TEBQAY

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 32 şehîdên di salên cuda û mehên Gulan û Hezîranê de şehîd bûbûn merasîmek li dar xist.

Di merasîmê de xelkê bajêr û malbatên şehîdan, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, nûnerên ji partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê û koçberên Efrîn û Şehbayê amade bûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Mehmûd El Sayil fedakariyên şehîdan bi bîr anîn û diyar kir ku wê nifşên nû lehengiyên xwe ji berxwedan û simûdê wergirin û got: "Şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî berxwedanê û berevaniya axa welat dersek da cîhanê."

Piştre fermandarê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Seqir Curniye axivî û got: "Şehîd netewe û rûmeta wan diparêzin û welatan bi pêş dixin."

Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê Riyad Walî soza şopandina rêça şehîdan da û got saziya ewlehiyê pabendî parastina ewlehî û îstîqrarê ye.

Merasîm bi pêşkêşkirina sînevîzyonekê li ser têkoşîna şehîdan a di oxira azadiyê de pêşkêş kir.

(fr)

ANHA