Rêyeke sereke ya li gundewarên Girê Spî dê were asfaltkirin

Şaredariya bajarokê El Cirin yê girêdayî bajarê Eyn Îsayê dest bi amadekariyên asfaltkirina rêyeke sereke ya li gundewarê Rojavayê bajarê Girê Spî kir.

Rêyeke sereke ya li gundewarên Girê Spî dê were asfaltkirin
Rêyeke sereke ya li gundewarên Girê Spî dê were asfaltkirin
Rêyeke sereke ya li gundewarên Girê Spî dê were asfaltkirin
Rêyeke sereke ya li gundewarên Girê Spî dê were asfaltkirin
Rêyeke sereke ya li gundewarên Girê Spî dê were asfaltkirin
Rêyeke sereke ya li gundewarên Girê Spî dê were asfaltkirin
28 hezîran, 2025   15:54
EYN ÎSA

Şaredariya bajarokê El Cirin yê girêdayî bajarê Eyn Îsayê li kantona Firatê dest bi amadekariyên asfaltkirina rêya Xan-Metîn ya ku rêya Kobanê- Girê Spî bi rêya M4 ya nevneteweyî ve girêdide, kir.

Xebtên asfaltkirina rêya ku 10 kîlometran dirêj e, sala derbasbûyî hatibûn destpêkirin, lê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagiker li ser herêmê, hatibûn rawestandin.

Ji rêveberên Komîteya Xizmetguzariyê ya şaredariya El Cirnê, Ehmed El Ibrahîm da zanîn ku ev rê dê çûnûhatina şêniyên bi dehan gundên herêmê hêsan bike.

Li gorî El Ibrahîm dê xebatên asfaltkirina rêyê di nava 10 rojan de bi dawî bibin.

(k)