Mala Êzidiyan nerazîbûn nîşanî biryara girtina 3 partiyan da

Mala Êzidiyan a Helebê biryara qedexekirina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşînê ya Demokratîk wek komployeke nû ya bi beşdariya PDK û dewleta Tik a dagirker nirxand.

Mala Êzidiyan nerazîbûn nîşanî biryara girtina 3 partiyan da
10 tebax, 2024   13:49
HELEB

Mala Êzidiyan a Helebê bi daxuyaniyekê biryara dadgeriya Iraqê ya qedexekirina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşînê ya Demokratîk şermezar kir.

Daxuyanî li Qada Şehîdan a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê bi amadebûna bi sedan nûnerên partiyên siyasî, şêx û rûspiyan, endamên saziyên civaka sivîl, Kongra Star û Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat xwendin. Endamên Mala Êzidiyan a Helebê Ekrem Reşîd û Sozdar Marko bi zimanên kurdî û erebî daxuyanî xwend.

Di daxuxyaniiyê de biryara dadgeriya Iraqê ya qedexekirina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşînê ya Demokratîk hat şermezarkirin û wek komployeke nû ya bi beşdariya PDK û dewleta Tirk a dagirker hat binavkirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku biryara qedexeyê di roja salvegera fermana 3’yê Tebaxê ya li ser Şengalê de ku çeteyên DAIŞ’ê pêk anîbûn, hat dayîn. Bang li gelê Kurd, tevahî azadîxwazan û rêxistinên demokratîk û yên mafên mirovan hat kirin ku li hemberî biryarê erkên xwe yên dîrokî pêk bînin û biryarê şermezar bikin.

(bb)

ANHA