Macron û Ebas avakirina komîteya hevbeş ji bo destûra Filistînê îlan kir

Serokê Fransayê piştî hevdîtina serokê Filistînê li Parîsê ragihand ku komîteya Fransî-Filistînî ya hevbeş ji bo sazkirina destûreke nû ji bo Filistînê hat avakirin.

Macron û Ebas avakirina komîteya hevbeş ji bo destûra Filistînê îlan kir
11 mijdar, 2025   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro ragihand ku komîteyeke Fransî-Filistînî ya hevbeş ji bo li ser amadekirina destûra Filistînê bixebitin hat avakirin.

Macron piştî hevdîtina serokê Filistînê Mehmûd Ebas got, "Me bi hev re biryara avakirina komîteyeke hevbeş ji bo pêşxistina bingehên dewleta Filistînê da. Dê komîte di sazkirina destûra nû de bibe alîkar. serokê Ebas reşnivîsek da min."

Li aliyekî din jî Mehmûd Ebas diyar kir ku "li ser avakirina komîteya destûrî erê kir" da ku hewlên avakirina saziyên dewleta Filistînê û pêşxistina serweriya wê bi lez pêk bên.

(fr)