ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-11-2025
12 mijdar, 2025   02:00

Jinên siyasetmedar sîstema nenavendî wekî rêya avakirina Sûriyeya demokratîk nirxand û got, ev sîstem pêwîstiyeke nîştimanî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Til Koçerê girîngiya xurtkirina xweparastinê û mezinkirina QSD’ê vegotin û diyar kir ku pêdiviya pêvajoya heyî bi hevgirtin û hişyarbûnê heye. BI WÊNE Û DÎMEN

Li dawiya rêzeçiyayên Kezwanê şikefteke bi navê Şikefta Um El Serc heye, ew yek ji cihên xwezayî yên herî balkêş li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Tevî taybetmendiyên xwe yên jîngehî û jeolojîk jî, lê der barê şikeftê de lêkolînên fermî û zanistî nehatine kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi hezaran malbatên koçber ên ji Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî li benda vegera ewle ne. Hemwextî wê li deverên dagirkirî sûcên revandin û kuştinê didomin bêyî ku tu gavên cidî ji bo pêkanîna ewlehiyê werin avêtin. Koçberan got, "Bêyî bidawîbûna dagirkeriyê veger tune ye." BI WÊNE Û DÎMEN

Nexweşxaneya Neteweyî ya Hamayê ku ji bo şêniyan navendeke tenduristiyê ya bêpere yan erzan bû, niha veguheriye saziyeke bazirganî ku barê nexweşan û malbatan giran kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê, ji bo nîqaşkirian xebatên pêk anîn û danîna plansaziya bê, li Parka Azadî civîna xwe ya salê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Kombûna Jinan a Zenûbiya û Kongra Star bi sernavê "Bi hevbendiya jinan em ê Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavendî ava bikin" li Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê panelek diyalogê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Giştî ya Gumrikê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo derçûna dewreya serbazan a bi navê Şehîd Baran Girê Spî li avahiya xwe ya Reqayê merasîmekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Giştî ya bajarê Hezîme yê gundewarê bakurê kantona Reqayê Konferansa Komînan a 1ˊemîn bi diruşma "Komîn şaneya bingehîn a avakirina civaka demokratîk e" li Hezîme li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarkê Meskenê yê rojhilatê gundewarê kantona Tebqayê Konferansa Komînan a 1ˊemîn li avahiya xwe li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Dêrazorê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Ehmed El Xilêf li Pakrewangeha Şehîdan a bajarokê Ebû Hemam defin dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê li hola Navenda Çand û Hunerê civîna xwe ya salane li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN