Balyozxaneya Amerîkayê ragihand:  Sûriye tevlî Hevpeymaniya Navneteweyî bû

Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê ragihand ku hikûmeta veguhêz a Sûriyê tev li Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bûye.

Balyozxaneya Amerîkayê ragihand:  Sûriye tevlî Hevpeymaniya Navneteweyî bû
12 mijdar, 2025   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozxaneyê diyar kir ku Sûriye bi fermî bûye welatê 90`emîn ku tevlî Hevpeymaniyê bûye, û ev yek wekî "gaveke girîng" di dîroka welêt û şerê cîhanî yê li dijî terorê de bi nav kir.

Balyozxaneyê diyar kir ku çeteyên DAIŞê hîna jî Sûriyeyiyan bikujin, sivîlên bêguneh tehdît dikin û hewlên aramya Sûriyeyê têk dibin.

Balyozxaneyê zêde kir ku "ev telêbûn ne tenê serkeftinek ji bo hevpeymanê ye, lê serkeftinek ji bo hemû mirovahiyê ye."

(k)