Lubnan dest bi wergirtina çekan ji kampên filistiniyan ên li Lubnanê kir

Hat ragihandin ku komên çekdar ên li wargehên penaberên filistînî yên li Lubnanê wê ji pêncşemê pê ve dest bi radestkirina çekên xwe bikin.

Lubnan dest bi wergirtina çekan ji kampên filistiniyan ên li Lubnanê kir
21 tebax, 2025   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Komîteya Diyaloga Lubnan-Filîstînî Ramez Dîmeşqiye der barê mijarê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê wiha hat gotin: "Îro qonaxa yekem a pêvajoya radestkirina çekan ji wargehên filistînî dest pê dike."

Hate diyarkirin ku pêvajo wê li wargeha Burj El Berajneh ya li Beyrûtê dest pê bike û koma yekem wê çekên xwe radestî artêşa Lubnanê bike.

Ev gav di çareserkirina pirsgirêkên ewlehî û aramiyê yên li wargehên filistînî yên li Lubnanê de wekî destpêka serdemeke nû tê nirxandin.

(şx)