Pedersen: Çekdarên biyanî gef in

Nûnerê taybet ê Sûriyeyê Geir Pedersen hişyarî da ku çekdarên biyanî li ser pêvajoya çareseriyê li Sûriyeyê gef in. Pedersen bang kir ku sererastkirineke giştî yan jî çareseriyeke ewlehiyê ya giştî çê bibe û bêçekkirin dest pê bike û her du mijar in, wek şertên bingehîn ên biserxistina pêvajoya siyasî li Sûriyeyê bi nav kir.

Pedersen: Çekdarên biyanî gef in
21 tebax, 2025   18:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê Sûriyeyê Geir Pedersen di civîna Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ya ji bo nîqaşkirina geşedanên dosyaya Sûriyeyê hatibû lidarxistin de, axivî û got aramiya demkî a li welêt, nayê wateya aramiyeke dayîm, xetere heye ku tundî dîsa dest pê bike nemaze ku tedbîrên rastîn ên ji bo avakirina baweriyê nîn in.

Pedersen, destnîşan kir ku zelalbûn bingeha biserxistina pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê ye û bang kir ku bernameyeke giştî ji bo çareserkirina yan jî sererastkirina sektora ewlehiyê û bêçekkirinê dest pê bike. Pedersen hişyarî da ku çekdarên biyanî gef in.

Pedersen der barê rewşa li Siwêdayê de got ew bi hêvî ye hesab ji berpirsên bûyerên dawîn ên li parêzgehê, were pirsîn û divê encamên komîteya lêkolînkirina rastiyan bên aşkerakirin.

Pedersen peywendiyên di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên hikumeta veguhêz de bi erênî nirxandin.

Pedersen teqezî bi serdestî û yekitiya Sûriyeyê kir û got ji bo bidestxistina îstiqrarê, dêv gavên pratîk ji bo avakirina baweriyê bên avêtin yan jî wê agirbest rûbirûyî têkçûnê be.

(şx)