Agir bi daristana Efrîna dagirkirî ket

Agir bi daristana di navbera gundên Hecîko û Musîkê de yên Efrîna dagirkirî ket. Lê heta kêliya amadekirina nûçeyê, ti alî destwerdana şewatê nekir.

Agir bi daristana Efrîna dagirkirî ket
21 tebax, 2025   22:27
HELEB

Li gorî çavkaniyên xwecih ji bajarê Efrîna dagirkirî, şewat di daristana navbera gundên Hecîko û Musîkê de yên herêma Recoyê derketiye. 

Heman çavkaniyan diyar kir ku şewat saet di 19:25`an de çêbûye, hêdî hêdî berfireh bûye.

Hêjeyî bibîrxistine ye ku ji dema Efrîn hatiye dagirkirin ve heta Adara 2025`an 411 hezar û 420 dar hatin qutkirin, temenê gelek daran digihêje 320 salan. 12 hezar û 597 hiktar zevî bi destê çeteyên dewleta Tirk hatine şewitandin.

(şx)

ANHA