Lihevkirina di navbera QSD û Şamê de rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî behsa rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û desthilata Şamê de kir û ev yek wek guhertineke mezin bi nav kir. Di heman demê de banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo bidawîkirina nakokiyên di navbera dewleta Tirk û Kurdan de wek firsendeke rast hat dîtin.

Lihevkirina di navbera QSD û Şamê de rojeva rojnameyên erebî ye
11 adar, 2025   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya erebî bal kişand ser rêkeftina di navbera QSD'ê û rayedarên Şamê de, geşedanên li peravên Sûriyeyê û banga Rêber Abdullah Ocalan.

EL ŞARÎ Û EBDÎ: TEVLÊKIRINA SAZIYÊN SIVÎL Û LEŞKERÎ YÊN KURDÎ JI BO KÊMKIRINA BANDORA BÛYERÊN PERAVÊ

Rojnameya El Ereb a Londonê bal kişand ser lihevkirina di navbera fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şarî de.

Rojnameyê diyar kir ku ev gav dibe alîkar ji bo derbaskirina aloziyên ewlehiyê li herêmên peravê ku tê pêşbînkirin Kurdan rola xwe di sivikkirina dorpêça li ser herêmên elewiyan de hebe û di heman demê de destkeftên siyasî di pergala nû ya desthilatê de bi dest bixin.

‘JI MÊJ VE LI BENDÊ BÛN... RÊKEFTINEKE SÛRIYEYÎ PARÇEBÛNÊ ‘BINAX’ DIKE’

Rojnameya Independet Arabiya îmzekirina rêkeftina tevlêkirina QSD’ê di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de wek "surprîzeke çaverêkirî" bi nav kir û diyar kir ku ev pêngav derbeyekê li hizra parçebûnê dide û xwestekên civaka Sûriyeyê yên ji bo yekkirina welat piştî rûxandina rejîma Esed pêk tîne. Rojnameyê diyar kir ku lihevkirinê hemû cureyên parçebûnê û tirsa ji fitneyan ji holê rakir.

‘SÛRIYEYÊ JI VÊ TENGASIYÊ RIZGAR BIKIN’

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser xirabûna rewşa li bakur û başûrê Sûriyeyê û bang li Ereban kir ku li dijî gefên herêmî bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin. Rojnameyê tekez kir ku divê xwînrijandina li peravên Sûriyeyê were rawestandin û divê Ereb hemû rabin ser xwe û Sûriyeyê ji vê tengasiyê rizgar bikin.

‘PIŞTÎ BANGA ABDULLAH OCALAN DÊ AŞTÎ PÊK WERE?’

El Quds El Erebî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku ev bangewazî dibe derfetek ji bo bidawîkirina nakokiyên navxweyî yên di navbera Tirkiye û Kurdan de.

Li gorî rojnameyê; "atmosfera niha li ser asta navxweyî ya Tirkiyeyê û li ser asta herêmî dibe sedemek alîkar a ji bo diyaloga Tirkî-Kurdî. Her wiha peyama Ocalan bi serê xwe dê bibe alîkar ku Enqere armanca xwe pêk bîne û nehêle tu aliyên din li ser dosyaya kurdî bilîzin, nemaze ku Îsraîl bi rêya Netanyahu dixwaze bi rêya dosyaya kurdî bibe beşeke dosyaya Sûriyeyê.”