Jin têkildarî nenavendîbûnê amadekariya pêngavekê dikin

Di 20’ê Îlonê de li ser asta Sûriyeyê konferanseke jinan li Hesekê hatinû lidarxistin û biryara wê jî têkoşîna ji bo Sûriyeyeke nenavendî û pirreng bû. Jin dê pêngavekê ji bo nenavendîbûna Sûriyeyê bidin destpêkirin û niha komîteya amadekar a vê pêngavê ava dikin.

Jin têkildarî nenavendîbûnê amadekariya pêngavekê dikin
28 îlon, 2025   03:45
QAMIŞLO

Di 20’ê Îlonê de Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî" li dar xist. Gelek siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, endamên eşîrên Ereban ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, herêmên peravê û Şamê, jinên Ereb, Kurd, Suryan, Ermen, Durzî, Elewî, Êzidî; derdora 700 delege beşdarî konferansê bûbûn. Jinên ji Siwêdayê jî bi rêya Zoomê beşdar bûbûn.

Di konferansê de rola jinan a di avakirina Sûriyeyê de, mafên jinan di destûra nû de, yekitiya jinên Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Jinan diyar kir ku Rêveberiya Xweser ezmûneke pêşeng e ku rola rasteqîn a jinan di qadên siyasî, civakî û hiqûqî û hwd de nîşan dide.

Hinek biryarên di encama konferansê de derketibûn wiha ne: Pêkanîna konferanseke jinan a neteweyî, di konferansê de jinên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê li dora vîzyoneke hevpar bicivin û mafên wan ên destûrî yên li ser bingeha wekhevî, edalet û azadiyê bên mîsogerkirin. Jin ji sedî 50 beşdarî siyasetê bibin. Divê destkeftiyên ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine, ji bo hemû jinên Sûriyeyê veguherin destkeftiyên hevpar. Ji bo parastina jinan piştgiriyê bidin YPJ’ê û bi sazî û dezgehên jinan, tevgerên navneteweyî yên jinan re têkiliyê deynin.

Li ser pratîkkirina biryaran me hevdîtin bi Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star re çêkir.

Rêvebera komîteyê Ronahî Hesen bal kişand ser girîngiya lidarxistina konferansê û got: “Hikumeta veguhêz guhertinan di nava Sûriyeyê de çêdike, mecliseke nû ava dike, hilbijartinan çêdike, rêveberiyê diguherîne. Jinan ji van guhertinan dûr dixe, rengekî demokratîk di van guherînan de tune ye. Nûnertiya pêkhateyan tune ye. Ji ber wê jî me pêwîst dît em konferanseke wiha li dar bixin.”

PÊNGAVA SÛRIYEYA NENAVENDÎ

Ji bo pratîkkirina van biryaran dê di demeke pir nêz de pêngavek bê destpêkirin. Pêngav ji bo Sûriyeyeke nenavendî û pirreng zextê li qada navneteweyî bikin. Dê pêngav li Sûriyeyê û qada navneteweyî bê destpêkirin. Ji bo vê jî niha amedekariya avakirina komîteya amadekar a pêngavê tê kirin. Dê pêngav bi çalakiyên cur bi cur, wek şandina nameyan ji cihên eleqeder re, meş û daxuyanî û hwd bên lidarxistin.

BERFIREHKIRINA TORA TÊKILIYAN

Ya duyemîn jî kongreyeke jinan a Sûriyeyê bê avakirin. Ronahî Hesen dibêje ku li Sûriyeyê gelek jinên rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvan hene, lê ne birêxistinkirî ne. Ji bo wê jî dê xebatên gihaştina tevahî jinan bidin destpêkirin, da bikarin di avakirina Sûriyeya pêşerojê de nêrînên xwe bidin.

(bî/fr)

ANHA