Li Yewnanistanê bi pileya 6.36ˊan erdhej çêbû

Li Yewnanistanê bi pileya 6,36 erdhej pêk hat. Xelkê Atîna û derdora wê ku bi 10 kîlometreyan dûrî navenda erdhejê ne pê hesiyan.

Li Yewnanistanê bi pileya 6.36ˊan erdhej çêbû
7 kanûn, 2025   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Lêkolînên Jeozanistên Almanî (GFZ), erdhejek bi pileya 6.36ˋan li Yewnanistanê rû da. Li gorî Navendê erdhej tenê di kûrahiya 10 kîlometreyan de çêbûye, ji ber vê yekê ew kêm kûr e û dikare li herêmê erdhejên berfireh çêbike.

Erdheja sereke ji aliyê xelek Atîna û deverên derdorê wê ve bi awayekî zelal hate hîskirin, dirêjahiyên wê heta Tirkiye, Îtalya û welatên din ên nêzîkî Deryaya Spî jî hatin hîskirin.

Desteya Erdhejan ya Neteweyî ya Yewnanistanê di 24 saetên borî de zêdetirî 110 erdhejên paş-erdhej tesbît kirin, ev yek nîşan dide ku ji destpêka salê ve li herêmê çalakiya erdhejê ya dijwar heye.

Ev erdhej beşek ji rêze erdhejên bihêz e ku di sala 2025'an de li Yewnanîstanê qewimîn, di nav wan de erdhejeke bihêz bi pileya 6.3'an li Girîtê di meha Gulana borî de, her wiha bi pileya 6.2'an li nêzî Giravên Dodecanese di Hezîrana borî de pêk hat.

(ac/fr)

ANHA