Li Yemenê nêzî 50 hezar kes bi Melaryayê ketin
Li Yemenê nêzî 50 hezar pêketiyên nexweşiya Melaryayê hatin tomarkirin. Ji ber tunebûna parêziyê û xizmetên tenduristî jî, 12 kesan bi nexweşiya taya dengueyê jiyana xwe ji dest da.

Aliyên berpirs ên qada Tenduristiyê yên bajarê Edenê yê Yemenê ragihand ku ji destpêka îsal ve nêzî 50 hezar pêketiyên nexweşiya Melaryayê hatine tomarkirin û 12 kesan jî bi nexweşiyeke nenas a tayê dengueyê jiyana xwe ji dest da.
Mûdîrê Şopandina Nexweşiyan a li bajarê Edenê Mecdî El Dairî got ku nexweşiya Melarye û hin cûreyên tayan ji gelek salan ve li herêmê berbelav in, lê di vê dema salê de zêdetir dibin. Sedema wê yekê jî derengmayîna veguhastina nexweşan ji bo nexweşxaneyan e.
(mh/fr)