Rêveberiya Xweser Berpirsa Balyozxaneya Almanyayê li ser rewşa Sûriyeyê agahdar kir
Rêveberiya Xweser ji Berpirsa Balyozxaneya Almanyayê ya Şamê re rûdanên li welat û herêmê yên piştî hilweşîna rejîma Esed şîrove kirin.

Şandeyeke Almanyayê bi serkêşiya Berpirsa Balyozxaneya Almanyayê ya Şamê Margaret Jacob serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bajarê Qamişlo, kir.
Şande ji aliyê hevseroketiya daîreyê Îlham Ehmed û Fener El Kiêt û her du cîgirên hevseroketiyê Robêl Beho û Gulistan Elî ve, hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî, bandora hilweşîna rejîma Esed li ser herêmê, tecrûbeya Rêveberiya Xweser û yekparebûna xaka Sûriyeyê, hatin nîqaşkirin.
Li gorî Nivîsgeha Ragihandinê ya Daîreyê, pêşdeçûnên dawîn ên girêdayî dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê de, di nav de xalên peymanê û komîteyên ji bo dan û standinên li ser sazûmaniya rêveberî ya li herêmê hatine avakirin û rêbazên tevlêkirina wan li sazûmaniya dewletê, hatin vegotin.
Her du aliyan li ser biryara Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentegon) a kêmkirina leşkerên Amerîkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bandora wê li ser rewşa ewlehî û têkoşîna dijî çeteyên DAIŞ’ê, axivîn.
Margaret Jacob girîngî da xebata ji bo pêvajoya siyasî ya giştî û berdewamkirina diyalogê bi tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê re.
Margaret pesna peymanên leşkerî û rêveberî yên ku hatine pêkanîn, da û rihetiya civata navneteweyî li hember van peymanan anî ziman.
(mh/fr)