Nadine Maenza: Amerîka û rojava peymana QSD’ê û desthilata Şamê erênî dibînin
Seroka Sekreteriya Giştî ya Komîteya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Maenza pesna peymana dîrokî ya QSD’ê û desthilata Şamê da û got, "Alî û rêveberiya Amerîka û rojavayî vê peymanê erênî dibînin."

Duh seroka Sekreteriya Giştî ya Komîteya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Maenza serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya bajarê Qamişlo kir. Nadine Maenza ji aliyê hevseroka daîreyê Îlham Ehmed û cîgira hevseroketiya daîreyê Gulistan Elî ve hat pêşwazîkirin.
Her du aliyan li ser rewşa Sûriyeyê bi giştî û ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî, lihevkirinên navxweyî yên Kurdî û zehmetiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser digel rewşa heyî ya li Sûriyeyê, nîqaş kirin.
Nadine Maenza got ku divê tecrûbeya Rêveberiya Xweser ji dewletên rojavayî re were şîrovekirin; ji ber ku Rêveberiya Xweser mafên hemû pêkhate û olan diparêze, her wiha ev tecrûbe ji civata navneteweyî re bê veguhastin ku piştgiriya wê bike.
Nadine heyrana xwe li hember pabendbûna Rêveberiya Xweser ji bo avakirina demokrasiya piralî û pirolî nîşan da, nîvê serokatiyê ji jinan pêk tê. Nadine diyar kir ku ev giştîbûn, ji bo xurtkirina aştî û îstîqrara li herêmê mijareke zindî ye, bi wê re parastin û nûnertiya tevahî mezbehên olî û etnîkî ji hêla Rêveberiya Xweser ve nîşan dide.
Nadine pesna peymana dîrokî ya di navbera Hêzên Sûriya Demokrartîk (QSD) û desthilata Şamê de da û got: "Di nav alî û rêveberiya Amerîka û rojavayî de em bi erênî lê dinêrin."
(mh/fr)