Li Yemenê li dijî kampa penaberan êriş: 68 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku hêzên hewayî yên DYA’yê li parêzgeha Saada ya Yemenê kampeke penaberan bombebaran kir, di bombebaranê de 68 penaberên afrîkî hatin kuştin û 47 kesên din jî birîndar bûn.

Li Yemenê li dijî kampa penaberan êriş: 68 kes hatin kuştin
28 nîsan, 2025   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Berevaniya Sivîl a Yemenê îro ragihand ku li bajarê Saada di encama êrişeke hewayî ya DYA’yê ya li dijî kampeke penaberan  de 68 penaberên afrîkî hatin kuştin û 47 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor medyaya ser bi Hûsiyan ve, zêdetirî 50 birîndar rakirine Nexweşxaneya Cimhûrî ku rewşa hinek ji wan giran e.

Wezareta Karên Hundir ya Hûsiyan ragihand ku bombebaran li ser navendeke ku 115 penaberên afrîkî lê bûn, pêk hat û di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin.

(k)