YNK û PDK dê îro li hev bicivin

Şandeyên YNK û PDK’ê îro dê li Dukanê bicivin. Rojeva civînê pêşketinên dawîn ên têkildarî avakirina kabîneya nû ne.

YNK û PDK dê îro li hev bicivin
28 nîsan, 2025   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, biryare îro careke din şandeya dan û standinê ya YNK’ê bi serokatiya Bafil Talebanî û şandeya PDK’ê bi serokatiya Mesrûr Barzanî li Dukanê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve bicivin.

Hate destnîşankirin ku di civînê de dê li ser pêşketinên dawîn ên der barê avakirina kabîneya nû ya hikumeta Başûr de guftûgoyê bikin.

Di rojên borî de Qubad Talebanî ragihandibû ku gavên pir baş hatine avêtin û li gorî têgihîştina heyî, hevdîtinên di navbera YNK û PDK’ê de dê dewam bikin û got: “Li ser avakirina kabîneya nû ya hikumetê, rêkeftina dawîn a di navbera PDK û YNK’ê de nêzîk e.”

Ji hilbijartina 20’ê Cotmeha 2024’an ve, şandeyên dan û standinê yên YNK û PDK’ê têkildarî avakirina kabîneya nû 11 caran li hev kom bûne, lê negihaştine encamekê.