Îranê 16 sal cezayê girtîgehê li jinekê birî
Nêrgiz Nasirî ya ji Tehranê bi cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin.

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê ragihand ku liqa 36 ya Dadgeha Îstînafê ya Îranê 16 sal cezayê girtîgehê, 15 sal bêparkirina ji mafên civakî û 330 milyon Riyalê Îranî cezayê pereyan li Nêrgiz Nasirî biriye.
Hate diyarkirin ku Nêrgiz Nasirî ya mesihî û nişteciha Tehranê, bi tometên ‘çalakiyên propagandayê yên li dijî Şerîeta Îslamî di warê ragihandinê de bi welatên biyanî re di kûrahiya sûcî ya bi bandor û berfireh de’ û ‘propagandaya li dijî dewletê’ hate mehkûmkirin.
Hêjayî gotinêye ku Nêrgiz Nasirî di 2’ê Mijdara 2024’an ku di yek mehiya ducaniyê de bû, li bajarê Tehranê ji aliyê îdareya Îtlaatê ya bajar ve hate binçavkirin û şandin girtîgeha Evînê. Piştre di 2’ê Kanûna heman salê de, bi şêweyekî demkî û bi dayîna berdêl haeta pêvajoya darizandinê hate berdan. Her wiha di 14’ê Sibata 2025’an de, li Şaxa 26 a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê û Şaxa 36 a Dadgeha Îstînafê hate darizandin.