Xwendekarên serketî yên Cizîrê hatin xelatkirin

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê xwendekarên qonaxa amadehî ku li ser bajar û bajarokên kantonê asta yekemîn wergirtine xelat kirin.

Xwendekarên serketî yên Cizîrê hatin xelatkirin
Xwendekarên serketî yên Cizîrê hatin xelatkirin
Xwendekarên serketî yên Cizîrê hatin xelatkirin
Xwendekarên serketî yên Cizîrê hatin xelatkirin
Xwendekarên serketî yên Cizîrê hatin xelatkirin
Xwendekarên serketî yên Cizîrê hatin xelatkirin
Xwendekarên serketî yên Cizîrê hatin xelatkirin
Xwendekarên serketî yên Cizîrê hatin xelatkirin
25 tîrmeh, 2024   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwendekarên serketî yên qonaxa amadehî merasîma xelatkirinê li hola desteyê ya Qamişloyê li dar xist. Merasîm bi beşdariya hevserokê desteyê, Yekitiya Mamosteyên Cizîrê, Rêveberiya Dibistanên Qaamişlo û malbatên xwendekaran hat organîzekirin.

Di merasîmê de hevserokê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Mistefa Ferhan kedên mamosteyan silav kir û xwendekarên serketî pîroz kir.

Ferhan spasiya malbatên xwendekaran têkildarî amadebûn û piştgiriya wan ji zarokên wan re kir û hêviya serkeftinê û pêşerojeke geş xwest.

(fr)