Li Xezayê bi dehan kes hatin kuştin, YE dicive

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn. Yekitiya Ewropayê pêkanîna cezayan li ser Îsraîlê lêkolîn dike.

Li Xezayê bi dehan kes hatin kuştin, YE dicive
15 tîrmeh, 2025   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku di êrişên îro yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de bi dehan kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyên bijîşkî ragihand ku li kampa Şatî ya li rojavayê Xezayê malek hat bombebarankirin û di encamê de 5 kes hatin kuştin.

Nexweşxaneya Şîfa jî ragihand ku di êrişa li ser mala wî de, parlamenter Ferec El Xol hatiye kuştin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji Nexweşxaneya Şuheda El Esqaye parve kirine, li Dêr Belehê jî li komeke sivîlan hate xistin, di encamê de 3 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Hate zanîn ku li kampa Herêma Mewasî ya rojavayê Xan Yûnisê jî piranî zarok, 10 kes hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Her wiha hate destnîşankirin ku di rojekê de 62 kes hatine kuştin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ji Cotmeha 2023’yan ve di êrişên de 58 hezar û 386 kes hatine kuştin û zêdekirî 139 hezar kes jî birîndar bûne.

Li Dohayê dan û standinên nerasterast rastî astengiyeke berbiçav tên. Her du aliyên eleqedar hev bi negihaştina rêkeftineke agirbestê ya 60 rojan û serbestberdana girtiyan sûcdar dikin.

Li aliyekî din jî wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê (YE) îro bi mijara lêkolînkirina pêkanîna cezayan li Îsraîlê li Brukselê dicivin. Hate diyarkirin ku vebijêrkên pêkanînan ji rawestandina peymana hevkariyê, kêmkirina têkiliyên bazirganî, sepandina cezayan li ser wezîrên Îsraîlê, ambargoya çekan û ji nû ve ferzkirina vîzeyê li ser îsraîliyan, pêk tê.

Nûnera Bilind a Kar û Barên Derve û Siyaseta Ewlehiyê ya YE’yê Kaya Kallas lîsteyeke pêşniyaran ji bo nîqaşê pêşkêş kir. Kaya Kallas anî ziman ku biryara pêkanînê girêdayî welatên endam YE’yê ye.  Her wiha destnîşan kir ku nîşanên hevkariya Îsraîlê di hêsankirina gihandina alîkariyan de sînodar in û got ev "têrê nake".

Di heman demê de, wezîrê karên derve yê Îsraîlê anîbû ziman ku ew di wê baweriyê de ne ku YE dê cezayan li ser welatê wî ferz neke.

 (bb)