Îsraîlê 16 êriş li dijî Bîqa ya Lubnanê pêk anîn

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li Bîqa ya Lubnanê 16 êriş li dijî baregehên "El Redwan" ên girêdayî Hizbullahê pêk anîne.

Îsraîlê 16 êriş li dijî Bîqa ya Lubnanê pêk anîn
15 tîrmeh, 2025   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Lubnanê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê 16 êriş li devera Bîqa ya Lubnanê pêk anîne.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê X’ê diyar kir ku "Artêşê li herêma Bîqayê êriş li dijî Quwet El Ridwan a girêdayî Hizbullahê da destpêkirin."

Adraee da zanîn ku Hizbullah baregehên hedefkirî “ji bo perwerde, xebatên plankirin û pêkanîna planên terrorist” bi kar dianîn.

(bb)