Li Siwêdayê li dijî hêzên hikumeta veguhêz êrişên hewayî

Artêşa Îsraîlê li Siwêdayê êrişên hewayî li dijî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pêk anîn.

Li Siwêdayê li dijî hêzên hikumeta veguhêz êrişên hewayî
15 tîrmeh, 2025   13:44
SIWÊDA

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihand ku hêzên hewayî yên Îsraîlê nuqteyên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên ku vê dawiyê ketine Siwêda û gundewarên wê, bombebaran kirine.

Piştî ku hêzên hikumeta veguhêz ketin taxên bajarê Siwêdayê, şer di navbera şervanên xwecih û hêzên hikumeta veguhêz de dewam dike.

 Adraee li ser medyaya dîjîtal got: "Li gorî talîmatên ji asta siyasî, artêşa parastinê beriya çend kêliyan êriş li dijî wesayîtên leşkerî yên rejîma Sûriyeyê yên li herêma Siwêydayê ya li başûrê Sûriyeyê dan destpêkirin.”

Adraee da zanîn ku duh karwanên wesayîtên zirxî û tankan ku ber bi herêma Siwêydayê ve diçûn, hatin şopandin û ev agahî dan: "Artêşê ji duh ve tank, wesayîtên zirxî û roketavêj kirin hedef. Ji bo li ber hêzên ku diçin herêmê bê girtin, rê jî hatin hedefkirin."

Adraee her wiha ragihand ku artêşa Îsraîlê şopandina geşedanan didomîne û di rewşa amadebaşiyê de ku ji senaryoyên cuda re bikeve nava tevgerê.

(bb)