Li Xezayê 45 kes di êrişa Îsraîlê de mirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku roja Yekşemê li dehan hedefên Hamasê yên li herêmên cuda yên Şerîda Xezeyê xistiye.

Li Xezayê 45 kes di êrişa Îsraîlê de mirin
20 cotmeh, 2025   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN 

Saziya Parastina Sivîl a li Xezeyê diyar kir ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de roja Yekşemê herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

Di bîlançoya beriya niha de hatibû gotin, 33 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî heman çavkaniyê gelek ji qurbaniyan jin û zarok in û gelek kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê danê êvarê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan êrîş sekinandine û li agirbestê vegeriyan e.

Lê belê ji ber astengiya li pêşiya medyayê ya li Xezeyê û zor û zehmetiyên li qadê, agahiyên ji aliyê herdu aliyan ve têne dayin bi rengekî serbixwe nikarin bêne piştrastkirin.