Li Reqayê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

Li Reqayê cenazeyê ciwanekî hat dîtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.

Li Reqayê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
20 cotmeh, 2025   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên gundê Tawî Rimêlan ê bajarokê Reqa Semra yê kantona Reqayê, cenazeyê ciwanê bi navê Mistefa Hisên El Abdullah (20) dît.

Mistefa Hisên El Abdullah ku di rewşeke bi guman de hatiye kuştin, cenazeyê wî li ser zeviyekê hat dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.

(bb)

ANHA