Hêzên ewlehiyê li Laziqiyê dest danîn ser mala welatiyekî

Hêzên ewlehiyê li bajarê Laziqiyê dest danîn ser mala welatiyekî û ji ber sedemên "siyasî û tolhildanê" mal radestî kesekî din kirin.

Hêzên ewlehiyê li Laziqiyê dest danîn ser mala welatiyekî
21 nîsan, 2026   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê  (SOHR) ragihand ku komeke hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta demkî mala welatiyekî li Laziqiyê desteser kirine. Welatî diyar kir ku bûyer ji ber nêrînên wî yên siyasî, wekî 'tolhildanekê' pêk hatiye.

Welatiyî diyar kir ku koma leşkerî ketin hundir û dest danîna ser malê paşê xwedîtiya wê radestî kesekî din kirine.

Her wiha diyar kir ku bi rêya peyaman gel lê hatiye xwarin û jê re hatiye gotin: "Ev ji ber tiştê ku we bi me kir ye. "

Welatî diyar kir ku xanî hatiye talankirin, zirar gihaye tiştên kesane, di nav de pirtûkên olî û ramyarî û pirtûkxaneyek kesane, û her weha hin tiştên buha jî winda bûne.

(k)