Li Xezayê 4 Filistînî hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de bi kêmanî 4 Filistînî hatin kuştin.

Li Xezayê 4 Filistînî hatin kuştin
2 adar, 2025   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsên tenduristiyê yên Xezayê ragihand ku di êrişên îro yên li ser Xezayê de 4 Filistînî hatine kuştin û hin birîndar bûne.

Saziya Parastina Sivîl a Xezayê diyar kiribû ku artêşa Îsraîlê bi tank  û obîsan êriş biriye ser rojhilatê Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê.

Hate zanîn ku balafireke bê mirov a Îsraîlê bakurê Xezayê bombebebaran kir, di encamê de filistiniyek hat kuştin û yek din birîndar bû.

(bb)