Jinên li Tebqayê: Em polîtîkayên biçûkxistin û înkarê qebûl nekin

Bi boneya 8’ê Adarê jinên kantona Tebqayê meşek lidar xistin û soza şopandina rêya şehîdên azadiyê dan. Jinan tekez kir ku êdî ew siyasetên paşguhkirinê yên rejîma berê napejirînin.

Jinên li Tebqayê: Em polîtîkayên biçûkxistin û înkarê qebûl nekin
Jinên li Tebqayê: Em polîtîkayên biçûkxistin û înkarê qebûl nekin
Jinên li Tebqayê: Em polîtîkayên biçûkxistin û înkarê qebûl nekin
Jinên li Tebqayê: Em polîtîkayên biçûkxistin û înkarê qebûl nekin
Jinên li Tebqayê: Em polîtîkayên biçûkxistin û înkarê qebûl nekin
Jinên li Tebqayê: Em polîtîkayên biçûkxistin û înkarê qebûl nekin
2 adar, 2025   14:34
TEBQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Tebqayê di çarçoveya rêze çalakiyên ji bo Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşmeya “Bi felsefeya jin, jiyan, azadî ber bi Sûriyeyeke demokratîk ve” meşek girseyî li dar xist.

Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin, Meclîsa Rûspiyan û jinên koçber ên kantonên Efrîn û Şehbayê beşdarî meşê bûn.

Meş ji ber parka Şehîd Hevrîn Xelef a li bajarê Tebqayê bi rê ketin. Beşdaran wêneyên şehîdên bendava Tişrînê, pankartên ku li ser wan dirûşmeyên kampanyayê hatibû nivîsandin, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Kombûna Jinan a Zenûbya hildan û durişmên, “Bêyî jinan jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Îmraliyê”, berz kirin.

Meş li ber navenda Meclisa Rêveberiya Xweser ya Tebqayê veguherî mîtingê.  Endama Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbya Necah El Hisên axaftinek kir û destnîşan kir ku Roja Jinan a Cîhanê roja nûkirina soza berdewamkirina têkoşînê ye.

Necah da zanîn ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka şoreşê ve her tim di refên herî pêş ên têkoşînê de cih girtine û berdêlên mezin dane. Her wha destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirkiyeyê ya dagirker û çeteyên wê bi taybet êrişên li ser bendava Tişrînê wê jinan ji berxwedanê dûr nexe.

Necah wiha dewam kir: "Jin bê dudilî brê xwe dan bendava berxwedanê û peyameke zelal da dagirkeran ku ew ên ji têkbirina dagirkeran di nava têkoşînê de bin. "

Necah her wiha got: "Em ê felsefeya jin, jiyan û azadî ji xwe re bikin bingeh ji bo pêkanîna Sûriyeeyke demokratîk ku jin tê bibe hevparê di avakirina wê. "

Necah El Hisên di dawiya axaftina xwe de soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna hêviyên şehîdan, da.

Çalakî bi govnd û dîlanê bi dawî bû.

(k)