Ciwanên Reqayê destpêşxeriya "fitarek ji bo kesekî bi rojî" dest pê kir

Komek ciwanên ji Reqayê ji bo alîkariya malbatên xizan di meha rojiyê de destpêşxeriya "fitarek ji bo kesekî bi rojî" dan destpêkirin.

Ciwanên Reqayê destpêşxeriya "fitarek ji bo kesekî bi rojî" dest pê kir
2 adar, 2025   13:40
REQA

Ciwanên li bajarokê Til El Simin ê gundewarê bakurê Reqayê bi armanca alîkariya malbatên xizan, di destpêka meha Remezanê de destpêşxeriya “Iftar Saim” (fitarek ji bo kesekî bi rojî) dest pê kirin. 

Di çarçoveya destpêşxeriyê de dê di meha Remezanê de rojane xwarinên wekî zeyt, birinc, şekir, çay, goşt, xurme, hêk, sebze û hwd li 30 malbatan bên belavkirin.

Tê payîn ku destpêşxerî heta dawiya meha Remezanê berdewam bike.

(k)

ANHA