Li Xezayê 21 kesên din hatin kuştin, Xaça Sor bang kir

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê yên dawîn de 21 kes hatin kuştin. Xaça Sor bang kir ku "Tavilê dawî li trajediya li Xezayê bînin".

 Li Xezayê 21 kesên din hatin kuştin, Xaça Sor bang kir
26 tîrmeh, 2025   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişên Îsraîlê yên li ser rojavayê bajarê Xezayê de bi kêmanî 21 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku ji birîndaran 16 kes li benda wergirtina alîkariyan bûn.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ku agahiyên xwe ji çavkaniyên bijîşkî wergirtine, da zanîn ku di gulebarana rasterast a li herêma Wahayê de, hejmarek kesên li benda alîkariyan bûn, birîndar bûn û rakirine Navenda Tenduristiyê ya Şîfa ya Xezayê.

Li gorî heman ajansê, balafirên şer ên Îsraîlê li taxa Şicûayê ya rojhilatê bajarê Xezayê rêzeêriş pêk anîn.

Seroka Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) Mirjana Spoljaric bi daxuyaniyekê bang li civata navneteweyî kir ku "Êşên mirovî yên Xezayê her ku diçe girantir dibin, ji bo bidawîkirinê tedbîrên lezgîn bigirin."

Mirjana Spoljaric bi domdarî got: "Tu hincet ji rûdanên li Xezayê re nîn in. Asta êşa mirovan û asta binpêkirina rûmeta mirovan hemû sînorên qanûnî û exlaqî derbas kirine."

Mirjanca Spoljaric diyar kir ku nebûna agirbestê dê bibe sedema qurbaniyên sivîl ên zêdetir û destnîşan kir ku sivîl ji ber şerê bêserûber û bêparhiştina ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê êşên giran dikişînin.

Her wiha da zanîn ku 350 karmendên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) yên li Xezayê bi heman şert û mercên dijwar ên wekî bidestxistina xwarin û ava paqij re rû bi rû ne.

Seroka ICRC’ê bang kir ku divê tavilê trajediya li Xezayê were bidawîkirin. Bang li welatên "dilsoz" kir ku "pabendî lihevkirinên Cinêvê bibin, rêzê bidin qanûnên mirovî yên navneteweyî, li ber veguhastina çekên ku ji bo pêkanîna binpêkirinên mezin tên bikaranîn bigirin, her wiha aliyên nakok neçar bikin ku li gorî qanûnên mirovî yên navneteweyî tev bigerin.”

(bb)