UNHCR: 176 hezar kes ji Siwêdayê koçber bûne

UNHCR’ê da zanîn ku ji 13’ê Tîrmehê ve ji ber êrişan 176 hezar kes ji Siwêdayê ber bi Dera û gundewarên Şamê ve koçber bûne.

UNHCR: 176 hezar kes ji Siwêdayê koçber bûne
26 tîrmeh, 2025   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Sûriyeyê yê Komîseriya Bilind a Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Gonzalo Vargas Llosa got, ji 13’ê vê Tîrmehê ve di encama êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên Sûriyeyê û çekdarên alîgirên wê de nêzî 176 hezar kes ji Siwêdayê ber bi Dera û gundewarê Şamê ve koçber bûne.

Nûnerê UNCHR’ê duh li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyand ku "Li gorî nixandinên ku komîsrê bi hevkariya ajansên din ên Neteweyên Yekbûyî kiribûn, rewşa li Dera û gundewarê Şamê karasetî ye…Gelek kes neçar man bixwas bimeşin û xwe bighînin herêmên ewle. Ev kes niha jî xwe dispêrin alîkariyên mirovî."

Llosa diyar kir ku komîseriyê û hevkarên xwe xebatên xwe yên "belavkirina pêdiviyên awarte, xizmetên parastin, desteka dirûnî û lênerîna taybet a zarokan zêdetir kiriye."

 Gonzalo Vargas Llosa her wiha destnîşan kir ku komîseriyê û hevkrên xwe pêdiviyên awarte li 3 hezar û 570 koçberî, 2 hezar û 500 komên rewşên awarte yên li Dera û gundewarê Şamê belav kirine û 2 hezar li komên din ên li Siwêdayê belav kir.

Her wiha ragihand ku komîseriyê bi rêya navendên xwe li herêmên zerardîtî pêşkêşkirina xizmetên bingeghîn, desteka dirûnî ya awarte û çalakiyên parastina zarokan didomînin, di dirêjahiya rewşa awarte de jî li Siwêdayê ye.

Gonzalo Vargas Llosa bang kir ku divê alîkariyên mirovî ji bo herêmê werin şandin.

(bb)