Li Xezayê 11 kes hatin kuştin bi dehan jî birîndar bûn

Di encama topbarana Îsraîlê ya li ser çend deveran Xezayê de herî kêm 11 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Li Xezayê 11 kes hatin kuştin bi dehan jî birîndar bûn
8 hezîran, 2025   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên pijîşkî yên Filistînê ragihandin ku di encama topbarana Îsraîlê ya li ser çend deverên Xezayê de 11 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê WAFA ragihand ku îro danê sibê di encama topbaran û gulebarana Îsraîlê de 11 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Ajansê li ser zimanê çavkaniyên pijîşkî ragihand ku 5 kes, di nav wan de 2 zarok, di êrişeke firokeyên bêmirov ên Îsraîlê ku li dijî konên koçberan li devera Mawasî ya Xan Yûnisê pêk hat, hatin kuştin. Zarokek jî ku di topbarana berê ya Îsraîlê ya li ser Xan Yûnisê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Li Refehê ji ber gulebarana artêşa Îsraîlê li nêzî navenda alîkariyê ya li rojavayê bajêr 4 kes hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûn.

Di encama gulebarana artêşa Îsraîlê ya li nêzî navenda belavkirina alîkariyê ya li devera Netzarim a li navenda Xezayê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

 Ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve ji ber şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê 54 hezar û 772 hatin kuştin, 125 hezar û 834 kes jî birîndar bûn.

(k)